Partîya Siberojê û Partîya Saadetê li Parlamanê Komeke Hevbeş Ava Dikin

Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu û Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu bi daxuyanîyeke hevbeş ragihand ku ewê jibo avakirina komeke parlamanê bi hev re bixebitin.

Her du partî îro Pêncşemê bi awayekî nivîskî ji parlamanê re dîyar dikin ku ewê komekê ava bikin.

Li gor lihevkirina her du partîyan, parlamanterên partîyan li gor partîyên xwe, lê di bin banê Partîya Saadetê de sîyasetê bikin û serokê komê jî ji Partîya Siberojê be.

Bi koma parlamanê, Partîya Siberojê û Partîya Saadetê dixwazin hazirîya hilbijartinên herêmî jî bikin.

Di rojên borî de Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) jî bi Partîya Saadetê û Partîya Siberojê re danûstandin kiribûn, lê wan ser avakirina koma hevbeş negiheştibûn encamekê.

Jêder: Twitter