Îro Înê hinek agahî belav dibin ku DAÎŞ 80 mêrên Êzîdî kuştine û jinên Êzîdîyên revandî jî birine Musilê.
Dengê Amerîka hewil da ku xwe bigehîne Şengalê û agahîyên pirtir li ser van îddîayan hîn bibe.
Di vê hevpeyvînê de, hemwelatîyekî Êzîdî yê bi navê Ahmed Heso Zinarî agahîyên ji herêmê dide.
Birêz Zinarî dibêje ku bi sedan Êzîdî ji destê DAÎŞ ve hatine kuştin û jinên Êzîdî ji hatine revandin.
Zinarî dide zanîn ku cîranên wan yên Ereb jî di wan kuştinkarîyan de alîkarîya DAÎŞ kirin
Your browser doesn’t support HTML5