Arkeolog û konservatorên bi rêberîya Zanîngeha Cambridge rûyê Neandertaleke jin ya 75,000 salî jinûve çêkir.
Tîmê Neandertala jin sala 2018’an ji Şikefta Şaneder ya devera Akrê ya Herêma Kurdistana Îraqê derxistibû.
Şikefta li herêmê bi dawîya salên 1950’î re piştî xebatên ser derxistina çend Neandertalan, wek ku li dû hev hatibûn binax kirin, deng da.
Sirên Neandertalan ku ji alîyê Desteya Zanistê ya Studyoyên BBC’ê ve hatiye hazir kirin, li Netflixê hat weşandin.
Belgefîlm xebatên tîma bi rêberîya Zanîngeha Cambridge û Zanîngeha Liverpool John Moores dike ku vedigerin Şikefta Şanederê.
Dr. Emma Pomeroy ya ji Beşa Arkeolojî ya Zanîngeha Cambridge, ku di belgefîlmê de dilîze, got ku tasikên qafên Neandertalan û mirovan ji hev pir cihê ne.
Pomeroy dîyar kir ku tasikên qafên Neandertalan mezin in û çengeyên wan tunene û pozên wan jî rind xuya dikin, lê got ku rûyê ku jinûve hatiye çêkirin nîşan dide ku cudahî ewqas ne pir in.
Pisporên zanistê dibêjin Neandertal bi qasî 40,000 salên berê hinda bûne û keşfên tiştên ji wan mane pir hin dikin.
Neandertala di belgefîlmê de ya pêşî ye ku piştî xebatên pirtir ji 50 salan ji şikeftê hatiye derxistin.
Qafê wê Neandertalê li gor gumanan demeke kin piştî mirina wê bi ketina zinaran hatiye hênciqandin û ax û kevirên bi deh hezaran ew zêdetir givaştiye.
Gava arkeologan ew dîtin tasika qafê wê bi qasî du santîmetreyan dûz bûbû.
Tîmê tiştên ji Neandertalê mane bi baldarî derxistin û jibo xurtkirina hestîyên li dorê madeyên zeliqonek bi kar anîn.
Serkonservator Dr Lucia Lopez-Polin jibo 200 parçeyên tasika qêf bi destan dan ba hevdu.
Pomeryo dîyar kir ku her parçeyek bi baldarî hatiye pak kirin û got ku wan jibo stabîlîze kirina hestîyên pir nerm jî zeliqoq kar anîne.
‘’Mîna puzzleke 3D ya bi rîskên mezin. Bicîhkirina tek blokekê pirtir ji 2 hefteyan diajo.’’
Ji Enstîtuya Lêkolînên Arkeolojîk ya McDonald ya Zanîngeha Cambridge, Profesor Graeme Barker got ku Neandertal cara pêşî 150 salên berê hatine dîtin û ji wê çaxê vir ve ew bi awayekî xirab têne zanîn.
Barker dîyar kir ku keşfên wan nîşan didin ku Neandertalan ser mirin û dewamê ji mirovan pir cihê nafikirin.
Termên 4 Neandertalên din sala 1960’î ji alîyê arkeolog Ralph Solecki ve hatibûn dîtin ku li dora yekî komên polenên kevn hebûn.
Solecki û pisporê polenan Arlette Leroi-Gorhan dîyar kirin ku tiştên wan dîtine raber dikin ku kesa mirî li cihekî bi kulîlkan xemilandî hatiye veşartin.
Bi vê xebata arkeolojîk hin pisporan gotin ku Neandertal berovajî kesên ku dibêjin ew dişibin meymûnan û basît in, sofîstîke ne.
Barker dibêje Şikefta Şanederê berê ji alîyê Neandertalan û dûre jî ji alîyê mirovan hatiye karanîn û jiber vê yekê jî jibo pirsên ser însanan laboratuvareke baş pêşkeş dike.
‘’Neandertelên ku hema bêje bi qasî nîv mîlyon sal li herêmên xwe bi awayekî serketî hebûn, jiber çi bi pirbûna Homo Sapiensan re hinda bûn çûn?’’
Pispor ser koma termên Neandertalan dibêjin ku yên bi qasî 75,000 salên berê ne.
Pomeroy dîyar dike ku li gor lêkolînên wan jibo Neandertalan di navbera mirin û jîyanê de ti ferqeke xuya tuneye.
Ew dibêje ku lêkolîn nîşan didin ku Neandertal jibo mirîyên xwe veşêrin hatine cîhekî dîyarkirî û got ku ew piştî 75,000 salan jî ji termên wan hin tiştan hîn dibin.
Jêder: Zanîngeha Cambridge