Di roja cîhanî ya penaberan de, derbiderên Efrînê ku li herêma Şehba hatine koçberkirin, di rewşeke zehmet de dijîn, ku ji gelek mafên penaberan bêpar mane.
Derbiderên ku hejmara wan pirtirî 137 hezaran e, li 5 kampan û li 42 gundên di şer de hatine kavil kirin dimînin.
Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî ev wargeh bi fermî weke cihekî penaberan nas nekiriye, alîkarîyên mirovî û hawarçûn kêm dighên derbiderên Efrînê.
Dor vê rewşê derbiera Efrînî Nûjîyan Elî dibêje: “Tu rêxistinên mirovî alîkarîyê pêşkêş me nake, gelek mayînên DAIŞê çandine bi zarokên me de dipeqin, hîn jî cîhan bêdeng in û me weke penaber nabînin”.
Derbiderê bi navê Rizgar Mihemd balê dikşîne ser nebûna derfetên kar, loma di nav tengasîyan de ew mane.
“Her ku diçe rewşa me xirab dibe, hemû mal û mewalên me li şûn me man, ev sê sale em di vê rewşê de ne, tenê em dixwazin vegerin ser axa xwe”, wî got.
Derbider ne tenê astengîyên jîyanî dikşînin, lê belê bi meritsîyên ewlehîyê re jî rûbirû dimînin, ku tevî hebûna hêzên Rûsî û yên rêjîma Sûrî, herêm rastî topbarana artêşa Tirk û komên çekdar ve tê, ku çend caran komkujî çêbûne û sivîl bûne qurbanî.
Di nava vê rewşa han de derbider dixwazin çareserîyek bê dîtin û vegerin malên xwe û jîyana penabertîyê dawî bibe li gor derbider Cefer Ismaîl dibêje: “Em zor û zehmetîyan tehmeul dikin, tenê jibo vegerê, çima cîhan bêdeng e, ma heqê me jî weke mirov tune ye?”.
Du sal û sê meh in şênîyên Efrînê ji cih û warê xwe hatine koçber kirin, her rojek jê bi giranî di ser wan re derbaz dibe, ku jîyan wan serûbon bûye, ji mal û mulkê xwe mehrûm mane, di zor û zehmetîyê de dijîn, derameta kêm û hawîrdoreke ne saxlem, herwiha gefên ewlehî, lê tevî van giştikan omîda wan ya vegerê hêza berdewamîyê dide wan.
Your browser doesn’t support HTML5