Di Paneleke Washingtonê de Sîyaseta Rêvebirîya Biden ya Ser Sûrîyê Tê Nirxandin

Sazîya SETA Foundation ya Tirkî îro Înê peneleke onlaynî li ser Sûrîyê li dar dixe.

Di panela bi navê “Berdewamî û Astengî: Sîyaseta Sûrîyê ya Rêvebirîya Biden” de balyozê berê yê Amerîka li Sûrîyê Robert Ford, endamê Koalîsyona Netewî ya Sûrîyê Dima Moussa, pisporê Enstîtuya Rojhilata Navîn Wael Alzayat wê bipeyîvîn.

SETA di ragihandina xwe de dibêje ku Serok Biden bi awayekî berbiçav stratejîya serdema rêvebirîya Trump werdigire ku ew jî bi awayekî xurt domkirina sîyaseta Serok Obama ya derbarê Sûrîyê ye.

“Hem Obama, hem jî Trump sîyasetên xwe yên Sûrîyê li ser bingeha şerê dijî DAIŞê ava kirin, lê xuya ye ku pêdivîya Amerîka bi sêyaseteke nû ya serdema paş DAIŞê heye. Di demên borî de hin karbidestên niha yên rêvebirîya Biden, şandina leşkerên Amerîkî ji şerên bê dawî û bê serketin re rexne kiribûn, lê wan di heman demê de dijî biryara Trump ya vekişîneke lez û bez ji Sûrîyê jî derketibûn.”

SETA bi bi berdewamî dibêje ku hin kesên din jî dijberîya piştgirîya Amerîkî ya serhildayên Sûrî dikin, bi sedema ku ew yek şerê navxweyî nasekinîne, lê hîn xirabtir dike.

“Rêvebirîya Biden dikare ji rêvebirîyên berê xwe çi cihêtir bike, mayîna hêzên Amerîkî li Sûrîyê wê çawa dikare were rewa kirin û sîyaseta piralî ya rêvebirîya Biden ya ser Sûrîyê wê çawa be, gelo Biden dikare li Sûrîyê bi hevbendên xwe bixebite,” hin pirsên ku di vê panelê de werin nirxandin,