Panel: Têkiliyên Amerîka Û Tirkiyê di Hilcivîna Biden-Erdogan de

Panel SETA

Roja Sêşemê 8ê Hezîranê, Navenda Lêkolînên Siyasî, Aborî Û Civakî li Washington (SETA) paneleke onlaynî pêk anî, derbarê têkiliyên Amerîka û Tirkiyê di dîdara çaverêkirî ya serokê Amerîka Joe Biden û serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de.

Panel li jêr navê "Têkiliyên Amerîka Û Tirkiyê di Dîdara Biden-Erdogan ya NATO" ê de bû, di panelê de du axaftvan hebûn: Luke Coffey, Rêvebirê Navenda Douglas û Sarah Allison jibo siyaseta derve di "Heritage Foundation" de û Burhanettin Duran, Kordînatorê Giştî yê weqfa ‘SETA Foundation’.

Panel SETA

Pêşî Kilic B. Kanat, rêvebirê lêkolînan di Weqfa SETA de li Washington DC bixêrhatina mêvan û temaşevanan kir û panelîst pêşkeş kirin.

Panel bi giştî li ser wan xalên giring rawestiyan ku tê çaverê kirin dê di rojev û ajendaya hilcivîna her du serokan de cîh bigirin.

Panelîstan nêrînên xwe yên derbarê çareseriya pirsgirêka di navbera her du welatan de rawestiyan yên weke; kirîna sîstema berevanî ya Rûs S-400 ji alîyê Tirkîyê, piştevanîya Amerîka bo YPG û rêxistina FETO, pirsgirêka şerê Afganistanê, bandora alozîyên li rojhilata Derya Sipî û çavkanîyên enerîyê, pirsa klîma û parastina jîngehê û şerê li Sûrîyê û Afganistanê, herwiha têkiliyên cîhana rojava û NATO bi Çîn û Rûsya re rawestîyan.

Coffey di axaftina xwe de derbarê geşbîniya encamên hilcivîna Biden û Erdogan got ku divê were zanîn ku ev civîneke giring e û yekemîn civîna NATO ye ku Biden weke serokê Amerîka beşdar dibe.

"Her alîyek dixwaze pêşkarên xwe behis bike û giringiyê bide wan mijaran yên ku jibo wan giring in. Pêşî her tiştî di civîna çaverêkirî de bu her du alîyan avakirina bawerîyê pir giring e."

Wî got ku divê her du alî vegerin ser rastîya berjewendiyên hevbeş ku du hevalbendên giring yên NATO yê ne.

"Divê ku her du alî xem û nerehetîyên hevdu bibînin. Divê Tirkîye bizane ku çima Amerîka ji kirîna sîstema Rûsî S-400 nerehet û çima Amerîka li Sûrîyê piştevanîya YPGê dike," Coffey got.

Wî bal kişand ku Biden û Erdogan baş hevdu nas dikin û têkiliyên wan yên dirêj hene.

"Biden 50 sal in di nava siyaseta Amerîka de kar dike û dema cîgirê serok pir caran Erdogan dîtiye. Ez ji encamên hilcivîna hefteya pêşîya me ya Biden û Erdogan ne geşbîn im ku pirsgirêkên heyî wiha zû çareser nebin."

Coffey anî ziman ku Biden û Erdogan wê bi giranî li ser şerê li Afganistanê rawestîn, jiber ku 20 sal in ew şer dom dike û ev cara yekê ye Biden-Erdogan serokên du welatên giring di NATO de dicivin, piştî biryara Amerîka û NATO ya derketina ji Afganistanê.

Burhanettin Duran, weke panelîst dîsan derbarê pirs û dîtinên xwe yên pêşwext derbarê hevdîtinas Biden-Erdogan axivî û got, ev civîna herî girnige di serdema pandemiyê de "Bi nêrîna min divê serast kirinek ya têkiliyên her du endamên NATO de çê bibe". Duran got ez weha dibînim ku aloziyên li rojhilatê derya spî ya naverast dê mijarek giring ya hevdîtinê be.

Duran dibêje, ewê her du serok li ser aloziyên 10an salan rawestin, tîma teknîkî jibo reşnivîşa civînê gelek kar kirîye, ji alîyê dîplomasî ve divê her du alî rêzê li berjewendîyên hevbeş bigirin, eger ku civîn baş derbaz bibe, xelkê Tirkiyê dibe ku nêrîna wan ya negatîv li ser rêvebiriya Amerîka were guhertin, Duran got.

Derbarê pirsa S-400 Duran got, Amerîka li hember Tirkiyê bêdadî bikar anîye û siza û qedexekirin biryar dane, divî warî de divê pirsên siyasî û teknîkî ji hev werin cûda kirin.

Duran derbarê piştevaniya Amerîka bo Kurdan got "Eger ku Amerîka li hember YPG/PKK û FETO ku rêxistinên terorê, helwesta xwe ne guherîne, boTirkiye zehmete ku têkilî baş bimeşin."

Burhanettin Duran got ku hizra hikûmet û gelê Tirkiyê ewe ku rêvebiriya Trump û Biden jihev cûdane, jiber ku Trump tiştek dinê bû, lê Biden weke siyasetvanek kevin dibe ku rewşek baştir biafirîne, lê Tirkiye li hember siyaseta biden di 3 xalan de xeyal şkestî bû:

  • Piştevaniya berdewam ya YPG, PKK û rêxistina FETO
  • Nasandina Cenosîda Ermeniyan bi daxuyaniyekê
  • Bê helwêstiya li hember êrîşên Îsraîlê yên li dij Eqsa

Burhanettin Duran, got nerihetiya Tirkiyê li hember siyaseta Amerîka ewe ku nahêle Tirkiye şerê terora YPK/PKKê û FETO bike, astengiyan çê dike dema ku Tirkiye bixwaze êrîşî ser wan bike.

Duran helwesta Amerîka ya li hember êrîşa hefteya borî li ser kampa Mexmûr ya penberan weke mînak anî û got "Amerîka Tirkiye bi binpêkirina Yasaya Navnetewî tawanabr kir", herwiha piştevaniya rêxistina FETO dike ji aliyê madî û manewî de.

Her du Lêkolînvan di Pênasînek Kurt de

Luke Coffey rêvebirê Navenda Allisonê ya Lêkolînên Siyaseta Derve ye, li Weqfa Heritagê. Coffey, ku di Kanûna 2015an de di weqfê de hate wezîfedarkirin, karê wî çavdêriya siyaseta derve û pirsgirêkên karûbarên navneteweyî dike.

Luke Coffey ٌêveberê Navenda Allisonê ya Lêkolînên Siyaseta Derve ye, li Weqfa Heritagê

Coffey berî niha hevkarê weqfa çandî ya Margaret Thatcher bû, li ser têkiliyên navbera Amerîka û Brîtanya rawestiyaye û herwiha li ser rola NATO û Yekîtiya Ewropî di ewlehiya transAtlantîk û Avrasyayê de sekinîye.

Berî ku ew di 2012-an de bibe endamê Navenda think tank ya Margaret Thatcher, Coffey ji sala 2010-an ve li Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê wekî şêwirmendê taybetî yê payebilind ê wezîrê parastinê yê wê demê Liam Fox xebitîbû. Coffey di Dibistana Aboriyê ya Londonê de Mastera zanistê ya di siyaset û hikûmeta Yekîtiya Ewrupî de stend. Wî bawernama BA di zanista siyasî de ji Zanîngeha Missouri-St standiye. Herwiha wî li Afrîkaya Başûr jî xwendîyeز

Burhanettin Duran

Burhanettin Duran Kordînatorê Giştî yê weqfa ‘SETA Foundation

Burhanettin Duran xwediyê bawernama BA, diZanista Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî de derçûyê Zanîngeha Bogazici ye sala1993 de, û Ph.D. di 2001 de ji Zanîngeha Bilkent di Zanista Siyasî de wergirtîye. Ew di 2010-2011 de li Zanîngeha George Mason lêkolerê mêhvan bû.

Prof. Duran li ser guherandina Islamîzmê, Ramana Siyasî ya Tirk, Siyaseta Navxweyî ya Tirkiyê, Siyaseta Derve ya Tirkiyê û Siyaseta Rojhilata Navîn sekiniye. Niha Prof. ew li Zanîngeha lbn Haldun û Koordînatorê Giştî yê Weqfa SETA ye. Di 09-ê Çirî ya sala 2018-an de, weke endamê Civata Ewlekarî û Polîtîkayên Derve ya Serokomariya Tirkiyê hate wezîfedarkirin