Li Enqerê 8 Rêvebirên Sendîkaya Kedkarên Saxlamîyê Hatin Binçav Kirin

Îro serê sibê li Enqerê Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Saxlemîyê (SES) Selma Atabey jî tê de, 8 rêvebir û endamên SES’ê hatin binçav kirin.

Hevseroka Berê ya SES’ê, Gonul Erdem li Dersîmê, endamê Desteya Rêvebirîya Navendî ya berê ya SES’ê Fîkret Çalagan li Stenbolê û Rona Temellî jî li Wanê hatin desteser kirin û ew dû re ji Enqerê re hatin veguhastin.

Selma Atabey, Bedrîye Yorgun, Belkis Yurtsever, Erdal Turan, Ramazan Taş jî li Enqerê hatin binçav kirin û ew li Emnîyeta Enqerê Şaxa Têkoşîna Terorê (TEM) ne.

Li Navenda Giştî ya SES’ê li ser binçavkirinê, preskonferansek hat lidarxistin û ev binçavkirin hate şermezar kirin:

“Di dema COVID-19 de 417 karmendên saxlemîyê jîyanên xwe ji dest dan. Hemû endamên sendîkaya me di vê demê de roleke bêhempa lîst. Lê îro em dibînin ku endam û rêvebirên me hatin binçav kirin. Em li vê derê bangî karbidestan dikin ku ew şervanên bijîşkî, demokrasî û aştîyê demûdest berdin.”

Rêvebirê SES’ê Mehmet Siddik Akin ji Dengê Amerîka re got ku sedema binçavkirina hevalên wan nakokîyên siyaseta navxweyî ye.

“Îro em dibînin ku di nav çete û desthilatdarên Tirkîyê de şerekî mezin heye. Yên ku çetetîya vê dewletê kiriye di her gotinên xwe de Wezîrê Hindir tawanbar dike. Jibo ku ser van werin girtin, ev operosyon li dijî hevalên me têne kirin.”

Akin da zanîn ku berî van binçavkirinan li Enqerê û hin bajarên din jî operasyon hatine kirin û gelek kes hatine binçav kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_25_05_2021_Siddik_Akin_SES