Serokê Afganî Hamid Karzay fermana hilweşandina tevaya kompanyayên parastinê da li demê çar mehan.
Hikûmeta Afganî ragehand ku armanca wê fermanê, binbirr kirina xirab bikar anîna çek û kerestên din yên leşkerî ye.
Nuha, bi kêmî ve 50 kompanyayên parastinê yên navneteweyî û Afganî li wî welatî kar dikin û jimara karmendên wan 40 hizar kes e.
Kompanyayên parastinê, karbidest û karwanên leşkerî diparêzin.
Jimareka zora Afganiyan bawer dikin ku kompanyayên parastinê ji alîyê qanûnî ve nahên berpirsiyar kirin.
Karbidestên Pentagon û NATO dibêjin ku ew agehdarî perîşaniyên seorkê Afganî ne, belê dibêjin pêdiviye lez li biryara hilweşandina kompanyayên parastinê nehêt kirin.