Seroka Meksîko Sheinbum Dibêje Ew bi Trump re Ser Sînoran Peyîvîye

Mexico Sheinbaum

Seroka nû ya Meksîko Claudia Sheinbaum got ku ew bi serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump re ser sînorê Meksîko-Amerîka axifîye.

Sheinbaum di preskonferansekê de dîyar kir ku di wê axaftinê de, ku bi rêka telefonê çêbûye, Trump mijara sînoran anîye rojevê.

Wê dîyar kir ku wê gotiye mijara sînoran heye û ewê dema wan jibo axaftina vê mijarê çêbe û bi berdewamî got ku axaftina bi Trump re bi samîmî derbaz bûye.

Di heman preskonferansê de Wezîrê Derve yê Meksîko Juan Ramon de la Fuente jî got ku bernameya koçberîyê ya Meksîko kêrhatî ye û dîyar kir ku ewê di merîyetê de bimîne.

Wî nîşan da ku hejmara koçberên li sînor ji alîyê karbidestên Amerîkî ve hatine girtin ji Berfanbara borî vir ve 76 ji sedê daketiye.

Donald Trump koçberî kir yek ji mijarên girîng yên kempeyna xwe ya hilbijartinê û got ku ew plan dike ku dersînorkirinên berfireh çêke.

Jêder: AFP