Serok Obama û Serokê Berê Bush Bîranîna Êrîşên 11'ê Îlonê Dikin

Serok Obama û Serokê Berê Bush Bîranîna Êrîşên 11'ê Îlonê Dikin

Serokê Amerîk Barack Obama bîranîna 10 hemîn salvegera êrîşên 11'ê Îlonê kir bi rêz lê girtin ji kesên wek yekemîn kes bi hawara êrîşan da çûn û jîyana xwe ji dest dan.

Rêzdar Obama di nav gotara xwe ya hefteyî de roja Şemîyê de, behs li kiryarên qehremanîyên 10 salan berî niha kir ku li navenda bazirganîya cîhanî li New York, Pentagon nêzîkî Washingtonê û Shansksville, Pennsylvania hatine kirin.

Serok Obama got, li wan salên dawîyê Amerîka berengarî El Qayde bûye û şer birîye alîyê wan bi xwe û rêberên wan yên paya bilind kuştin, di nav de pilandanerê serekî yê êrşên sala 2001 Osama Bîn Laden ku ji alîyê hêzên taybetên Amerîka ve li nav Pakîstanê hate kuştin.

Her li roja Şemîyê serokê berê Amerîka George W. Bush, ku li demê wan êrîşan serok bû pişikdarî rêûresmek taybet bû li Pêntagonê bo bîranîna qûrbanîyên wan êrîşan.