Serokê Amerîkî Barack Obama daxwaza kombûnê ligel rêberên Komarî û Demokrat yên Kongresê dike jibo bas kirina hevkariya navbera herdû partiyan, piştî Partiya Komarî ya oposizyon li hilbijartina roja Sêşembî Civata Nûneran ya Kongresê kontrol kir.
Li kombûna kabîneya hikûmeta Amerîkî roja Pêncşembî, Serok Obama got wî daxwaz li rêberên Komarî Mitch McConnell û John Boehner kir li roja 18’ê meha 11 li Seraya Sipî ligel rêberên Demokrat Larry Reid û Nancy Pelosî kom bibin.
Çaverê dihête kirin John Boehner posta serokê Civata Nûneran wergirît dema Kongres a nû li meha yek kombûnên xwe destpê dike.