Li Herêma Serhedê jiber Berfê Rêyên 504 Gundan Hatine Girtin

Li Herema Serhedê jiber barîna berfê herî kêm rêya 504 gundan ji hatin û çûyînê re hate girtin.

Ev du roj in li bajarê Wanê bê navber berf dibare û rêya 359 gundan hate girtin. Şaredarîya Bajarê Mezin ya Wanê jî di daxwuyanîya xwe ya nivîskî de dîyar kir ku jibo paqijkirina berfê bi 580 xebatkar û 164 makîne dane destpê kirin.

Herwiha, barîna berfê ser rabûn û danîna firokan jî bandoreke neyênî kiriye û di gelek sefer bi dereng katine.

Di heman demî de li navend û çend bajarokên din ên Wanê jiber berfê di dibastanan de jî jibo rojekê betlane hate ragihandin.

Bejahîyên bilind yên li bajarokê Gevera Colemêrgê jî stûrahîya berfê gihiştîye nêzî 5 metreyan û li nava bajarok jî herî kêm 60 cm berf barîye. Li vî cihî rêyên gundan hatine girtin û nexweş pir caran nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan.

Dîsa, li herema li Bidlîs, Erzirom, Agirî û Îdirê jî rêyên 145 gundan jiber berf û bagerê hatin girtin.

Yekîneyên paqijkirina berfê, li van bajaran jibo rê werin vekirin, xebatên xwe bê navber didomînin.

Hêjayî gotinê ye ku, Rêveberîya Metrolojîyê ya Herema 14’dan jî hişyarî da ku li herema Serhedê wê barîna berfê berdewam bike û germahîya hewayî her diçe wê bikeve binê sifrê.

Rêveberîyê herwiha bang li rûniştvanan kir ku li hemberî mercên dijwar yên zivistanê tedbîrên pêwist wergirin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_13_01_20_Berf_Rêgirtin