Li Herema Serhedê Barîna Berfê Jîyana Hemwelatîyan Dijwartir Dike

Li Herema Serhedê jîyana rûniştvanan jiber zivistana tund di nava dijwarî de derbaz dike. Ev hefteyek e ku li hereme bê navber berf dibare.

Li gelek cîhan stûrîya berfê giheştiye metre û nîvekê. Jiber vê yekê, li Wanê 362, Colemêrgê 332, Agirîyê 51, Mûşê 263 û Bedlisê jî 210, bi giştî 1020 rêyên gund û taxan hatine girtin.

Tîmên şaredarîyan û yên rêvebirîya rêyên giştî jibo vekirina wan rêyan xebatên xwe didomînin û heta niha hejmarek ji van rêyan hatine vekirin.

Şaredarîya Bajarê Wanê ragihand ku li bajarokê Miksê, ku 120 klometreyan dûrê navenda bajar e, jina ducanî ya bi navê Kamîle Çeker jiber girtîbûna rêyan, di rê de ase ma.

Çeker, piştî hewilên tîmên hawarçûnê ku nêzî pênc seat kişand, ji Nexweşxaneya Dewletê ya bajaroka Şaxê ya Wanê hate veguhastin.

Jiber mercên xirab li gelek dibistanan xwendin hatiye betal kirin û li hinek cîhan jî car caran seferên balafiran tên taloq kirin.

Rojnamevan Yekta Yoyler ku li Mûşê dijî, derbarê mercên dijwar yên zivistanê got ku heta niha 263 rêyen gundan jiber berfê hatine girtin.

Wî got ku karbidestan xebatên vekirina rêyan didomînin, lê jiber ku bi şev germahî dikeve binê sifrê 8 derece, ew xebat bi çetinî didomin.

Dîsa, li Colemêrgê jî stûrahîya berfê giheştîye 38 santîman û li Serhedê gelek dibistan jî jiber berfê hatine girtin.

Rêvebirîya Giştî ya Meterolojî hişyarî da ku di pênc rojên pêş de barîna berfên dijwar wê bidome.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_01_01_2019_Serhed_Berf