Rûsya Derkirina Zêdetir ji 50 Dîplomat Û Karmendên Brîtanî Biryar Dide

Wezîrê derve yê Brîtanya Boris Johnson û hevpîşeyê Wê yê Rûs Sergey Lavrov.

Şemiyê Rûsya weke bersivdana dersinorkirina dîplomatên wê ji aliyê Brîtanya ve biryara dersinorkirina zêdetir ji 50 dîplomat û stafê karî yên Brîtanî da.

Ev biryara Rûsya wî çaxî hat, piştî ku têkliyên herdu welatan ji sedema jehirxwarkirina ajanê Rûs, Sergei Skripal û keça wî Yullia yê têkçûne, Britaniya di rojên derbasbûyî de biryara dersinorkirina 23 dîplomatên Rûsî dabû, welatên rojavayî bi taybet Amerîka û endamên NATO weke piştevanî bo Brîtaniya biryara derkirina hejmarek zêde ya diplomat û karmendên Rûsî daye.

Kremlin doh Înê, destûrî dabû, jibo derkirina 59 dîplomatên 23 welatên rojavayî, Şemiyê Rûsya balyozê Brîtanya agehdar kiriye ku hejmara diplomat û karmendên xwe kêm bike bo heman hejmara dîplomatên Rûsya li Brîtaniya, Rûsya mehek daye Brîtanya bo ci bi cî kirina biryarê.

Ev hewesta Rûsya ya tolhildanê rojekê piştî biryareka bi heman şêwe hat, ya derkirina 60 dîplomatên Amerîk, herwiha girtina konsulxana Amerîka li St.Petersburg.

Li aliyê din di heman demê de, Rûsya doh Înê du caran Mûşeka balistî ya dûravêj ya di ser parzemînan re ceriband, ev yek ji aliyê wezareta berevaniya Rûsî di twîtekê de hat eşkere kirin.