Hevbajarvana bajarokê Serêkanî (Ceylanpinar) ya Ruha Rahşan Yazar ya ji Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Pêncşemê ragihand ku ew ji karê xwe vekişîye.
Yazar ji hesabê xwe yê X’ê dîyar kir ku jiber ku di jîyana wê de ser saxlemîyê hin bûyerên ew ne li bendê çêbûne wê biryara vekişînê daye.
‘’Gelek plan û projeyên min hebûn bi partîya min re. Lê, ew plan û proje bê ku ez hebim wê bidomin. Nebûna min, min xemgîn dike.’’
Wê dîyar kir ku jiber ku ew nikare karê xwe yê hevbajarvanîyê bike ew vedikişe, lê ewê di rêka partîya xwe de bimîne.
DEM Partî sîstema hevbajarvanîyê dimeşîne, lê jiber ku di fermîyeta dewleta Tirkîyê de ev sîstem tuneye, di hilbijartinên 31’ê Adarê de hevberbijarê wê partîyê Uğur Kahraman di fermîyetê de bi ser ketibû.
Bajarvanîya Serêkanîyê û Kahraman ser vekişîna vekişîna Yazar hîn ti daxuyanî nedaye.
Li Bîracûk (Bîrecîk) ya Ruha jî şaredarê wî bajarî Mehmet Begit yê bi berbijarîya DEM Partî bi ser ketibû bi qasî mehek piştî hilbijartinên 31’ê Adarê partîyê vekişîbû û di rojên borî de derbazî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bûbû.
Begit derbarê vekişîna ji DEM Partî gotibû ku ew ser mudaxaleyên li posterên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û avakara dewletê Mustafa Kemal Ataturk û zextên hin komên wê partîyê yên rêvebirina bajarvanîyê ji wê partîyê vekişîye.
Ew 14’ê Tebaxê di salvegera avabûna AKP’ê de derbazî wê partîyê bû.
Parlamanterê AKP’ê yê Ruha Bekîr Bozdag îro Pêncşemê li Bajarvanîya Bîracûkê serdana Begît kir.
Rojnamevan Îsmaîl Saymaz, ku wek muxalîfê AKP’ê tê nasîn, got ku li Tirkîyê ger bajarvanek ji DEM Partî be û piştgirî bide Partîya Gel ya Komarî (CHP) wî dibin dadgehê, lê gava bajarvan derbazî AKP’ê dibe wezîrê berê yê dadê dibin cem wî.
Bajarvanîya Ruha, ku wek yek ji kelehên AKP’ê dihat dîtin, di hilbijartinên 31’ê Adarê de derbazî destê Partîya Jinûve Refah (YRP) bûbû ku ew jî bi konservatîfîya xwe tê nas kirin.
YRP li Ruha bi berbijarîya Kasım Gulpınar bi ser ketibû ku ew jî berê parlamanterê AKP’ê û yek ji navên nêzî Erdogan bû.
Gulpinar berî merasîma salvegara avabûna AKP'ê ser vekişîna ji YRP'ê û îdiayên ser vegera nava AKP'ê got ku gelê Ruha wî li ku bixwaze ewê li wir be û li partîya xwe ma.
Jêder: X