Derbiderên Serêkanîyê Salvegera Dagîrkerîya Bajarê Xwe bi Bîr Tînin

Dîmeneke êrîşa 2019'an ser Serêkanîyê.

Îro 9’ê Cotmehê salvegera 4’an ya dagîkerîya bajarê Serêkanîyê ye ku ji alîyê Tirkîyê û komên çekdar yên ser wê ve pêk hat.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi hezaran rûniştvanên Serêkanîyê yên resen ji ber êrîşa Turkîyê debider bûn. Heta niha piranîya wan di kampên derbiderîyê de dijîn, lê hêvîya vegerê winda nekirine.

Dagîrkirina Serêkanîyê beşek bû ji operasyoneke berfireh li bakurê Sûrîyê ku tê de bajarê Girêsipî û deverên din jî ji alîyê artêşa Tirkîyê û çekdarên ve hatin kontrolkirin.

Gelo rewşa Serêkanîyê û Kurdên wê piştî 4salan ji êrîşê çi ye? Rewşa derbiderên Serêkanîyê çawa ye?

Xelkên serêkanîyê çawa wê rojê bibîr tînin?

Ev mijar ligel sê kesên ji Serêkanîyê di bernameya Mijarê Rojê de tê gotûbêj kirin:

Mehmûd Cemîl, berdevkê Komeleya Koçberên Serêkanîyê.

Zehra Semo, çalakvana jin.

Dilawer Ferhan, karmendê saxlemîyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Salvegera Êrîşa Tirkîyê Ser Serêkanîyê.mp3