Kurd Serdanên Şandeyên Bîyanî yên Şamê Çawa Dinirxînin?

Lebanon's caretaker Prime Minister Najib Mikati meet with Syria's de facto leader Ahmed al-Sharaa in Damascus

Di demekê de ku gelek şandên bîyanî serdana Şamê dikin û bi desthilatdarên nû re dicivin, li herêma Kurdên Sûrîyê nirxandinên cihêreng tên dîtin.

Gelo ev serdan tên wateya pênasînê, an ew tenê jibo naskirina jinêzve ya desthilatdaran in?

Gelo çi name jibo desthilatdarên nû re tê gihandinû çi daxwaz ji wan tên kirin?

Bandora van serdanan ser rola Kurdan di Sûrîya siberojê de çi ye û peywendîya Şam û Hesekê çawa ye?

Rola Tirkîyê di vê derbarê de çi ye?

Bernameya Mijara Rojê van pirsan û hin pirsên din yên girêdayî mijarê bi sê mêvanan re gotûbêj dike: Rojnamevan Hoşeng Hesen li Şamê, şîrovekarê sîyasî Dr. Ferîd Sedûn û rojnamevan Dilovan Çeto li Qamişlo.

Hoşeng Hesen ku jinêzve şandên ku serdana rêvebirîya nû dikin dişopîne, dibêje bi giştî ev serdan nayên wateya pênasînê, lê dibe ku gavek be ber bi wî alî de, eger desthilatdarên nû bikarîbin sozên xwe pêk bînin.

Dr. Ferîd Sadûn dibêje ku desthilatdarên nû niha bi nakokîyên xwe yên navxweyî mijûl in, û jibo guhertinên mezin ne amade ne.

Li gor rojnamevan Dilovan Çeto, bêyî beşdarîya Kurdan di Sûrîya siberojê de, dê pênasîna civaka navnetweyî bi desthilatdarên nû nebe.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê, fayla deng vekin:

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_01_13_2025_Suriya_Nu