Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic bang li Sirbên li Kosovayê kir ku dawî li protestoyên xwe dijî hikûmeta Prîstîna bînin.
Vucic dîyar kir ku kesên tevlî protestoyan bûne wê neyên dadgeh kirin.
Serokê ofîsa hikûmeta Sirbistanê ya li Kosovayê Peter Petkovic jî got ku wan ji Amerîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) garantî sitandiye ku xwenîşander neyên darizandin.
Kosova di sala 2008’an de ji Sirbistanê qetîya û serxwebûna xwe ragihand.
Sirbistan û Sirbên li bakurê Kosovayê ew serxwebûn nas nekiribûn ku hîn jî plakayên Sirbên li Kosovayê ji alîyê Sirbistanê ve têne derxistin.
Amerîka û YE bo çareserîyê navbenykarîyê dikin.
Girjîya dualî ji meha borî vir ve zêde bûye.
Hikûmeta Kosovayê xwest ku plakayên otomobîlên Sirban biguherîne, lê Sirban ev yek qebûl nekirin û dest ji karên xwe yên li sazîyên dewletê jî berdan.
Polîsê Kosovayê, polîsê berê Dejan Pantic ser bûyeran girt û Sirban jî bo ew were berdan rê girtin û barîkat çêkirin.
Vucic ji Sirbên li bakurê Kosovayê xwest ku barîkatan rakin.
Çaverê ye Vucic û nênerên Sirbên li Kosvayê îro li nêzîkî sînor bicivin.
Jêder: Reuters