Pirtir ji 4000 Şengalî jiber Şer ji Herêma Xwe Derdikevin

Rûniştvanên Şengalê jiber şerê di navbera Artêşa Îraqê û Yekîneyên Bexwedana Şengalê (YBŞ) careke din koçber dibin.

Jêderên herêmî didin zanîn ku heta niha pirtir ji 4,000 kes ji herêma Şengalê derketine.

Berpirsê Rêvebirîya Koç û Koçberan û Kontrola Krîzan ya Duhokê Pîr Deyan Pîr Ceîfer ji Rûdawê re da zanîn ku do 701 malbat ji Şengalê ber bi Duhokê ve koçber bûne.

Pîr Deyan Pîr Ceîfer da zanîn ku ew malbat li 15 kampan hatine belav kirin.

Wî got ku li kampên parêzgeha Duhokê berê 27,000 malbatên koçber hene û bi koçberên nû re dê rewiş dijwartir bibe.

Çavkanîyên herêmî dîyar dikin ku îro Sêşemê şer rawestîyaye û hîn ti pevçûn çênebûye.