Mamostayên Îranê bo Piştgirîya Xwepêşandanan Banga Greva Giştî Dikin

Iran Protest

Sendîkaya serekî ya mamostayên Îranê li ser toreyên civakî bo piştgirîya xwepêşandanan greva giştî ya du rojan dîyar kir.

Sendîkaya mamosteyan bang li mamoste û xwendekaran kir ku sibe rojên Sêşem û Çarşemê neçin dibistinan.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku tevî ku xwepêşandanên ser kuştina Jîna Amînî bo desthilardarîya Îranê dijwariyek mezin e, lê ew bo niha xeterîyeke lezgin nabînin, jiber ku hêzên ewlekarî berê jî xwepêşandanên wiha bi tundî rawestandibûn.