Senatorên Amerîkî Wê jibo Endamtîya Swêdê ya NATO Serdana Macaristanê Bikin

David Pressman liparlamana Hungarya dipeyîve (Sibat 5, 2024)

Şandeyeke Kongresa Amerîkî wê roja Yekşemê jibo danûstandinên ser endamtîya Swêdê ya li NATO serdana Macaristanê bike.

Jibo dewletek bibe endama NATO divê hemî dewletên hevpeymanîyê wê bi yekdengî bipejirînin û Hungarya tekane dewlet e ku endamtîya Swêdê hîn nepejirandiye.

Bi helwesta Macaristanê fikar çêbûne ku peywendîyên bi Amerîka û hevbendên din re xirab bûne.

Swêdê piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir, Gulana 2022’yan serî li NATO da ku bibe endama hevpeymanîyê.

Serokwezîrê Hunharya Viktor Orban dibêje ku ew piştgirî didin Swêdê ku bibe endama NATO, lê ev peyvajo hinek tevlihev e.

Rêberên din yên Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO rexne dikin ku peywendîyên Orban bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re baş in,

Balyozxaneya Amerîka îro Înê ragihand ku senator wê jibo mijarên stratejîk yên NATO û Macaristanê serdana wî welatî bikin.

Balyozê Amerîka David Pressman di rojên borî de gotibû ku endamtîya Swêdê ya li NATO bandoreke rastexwe li ewlekarîya Amerîka û NATO dike.

Koma parlamanê ya Fidesz ya desthilatdara Macaristanê, dîyar dike ku ew dikarin dawîya Sibatê bi kombûna parlmanê re endamtîya Swêdê bipejirînin.

Wezareta Derve ya Swêdê jî pêr Çarşemê ragihandibû ku ew li bendê ne ku Macaristan di demeke nêz de endamtîya Stockholmê erê bike.

Jêder: Reuters