Civata Senatoran Bernivîsa Têde Toleyên Dijî Tirkîyê Hene Dipejirîne

Civata Senatoran ya Amerîka bernivîsa bo budçeya berevanîyê ya sala 2021’an, ku bi 740 mîlyar dolar e, pejirand.

Bernivîs li hember 13 dengan bi 84 dengan hat qebûl kirin û jiber ku piranîya wê zêdetirê du parên ji sê paran e Serok Donald Trump wê red bike jî, Civata Senatoran dikare jinûve kom bibe û wê redkirinê pûç bike.

Di bernivîsê de, jiber ku Tirkîyê ji Rûsya muşekên S-400 sitandine dijî wê tole hatine nivîsîn.

Bi qanûnên NDDA û CAATSA tê xwestin ku dijî kesên di kirîna S-400’an de tilîyên wan hebûne tole werin ragihandin ku bi wan ew hesabên bankayê û hebûnên wan yên li Amerîka têne cemidandin, ketina wan ya hindurê Amerîka tê qedexe kirin û ew nikarin hevkarîyê bi sazî û bankayên Amerîka re bikin.

Civata Nûneran jî ew bernivîs bi zêdetirê du parên ji sê paran pejirandibû.

10 rojên Serok Trump hene bo redkirin yan erêkirina bernivîsê.

Reutersê roja Înê dîyar kiribû ku Trump dê berî dengdana li Civata Senatoran bipejirîne.

Bloombergê jî dîyar kiribû ku Trump bi pêşnîyaza Wezîrê Derve Mike Pompeo paketa toleyan îmza kiriye.