Hin Senatorên Komarî Bang li Trump Dikin ku Karvekişîna Xwe Ragihîne

Pat Toomey

Senatorê Komarî Pat Toomey bang li Serok Donald Trump kir ku karvekişîna xwe ragihîne.

Toomey ji NBC û CNN’ê re dîyar kir ku Trump divê ‘’kêlîyekê zûtir’’ karvekişîna xwe ragihîne û here.

Wî da zanîn ku bo temambûna seroktîya wî 10 roj mane û ew dem têra împîçkirina wî nake.

Senator Pennsylvania dîyar kir ku helwesta Trump piştî hilbijartinê guheriye û da zanîn ku ew kiryarên ku nayên efû kirin dike.

Senatora Alaska Lisa Murkowski ya Komarî jî roja Înê gotibû ku divê Trump karvekişîna xwe ragihîne.

Murkowski gotibû ger Partîya Komarî xwe ji Trump cihê neke ewê veqetîna ji partîyê bifikire.

Senatorekî din yê Komarî Ben Sasse jî dabû zanîn ku Trump li ser sonda xwe nesekiniye û dîyar kiribû ku ewê împîçkirinê bi awayekî cidî binirxînin.

Çaverê ye ku Civata Nûneran împîçkirina Trump vê hefteyê bîne rojeva Kongresê.