Du Senatorên Amerîkî bi Vîrusa Korona Ketine

Senatora Demokrat Elizabeth Warren

Senatorên Amerîkî Elizabeth Warren û Cory Booker dîyar kirin ku testên wan yên vîrusa korona pozîtîf derketine.

Demokrata Massachussetsê Warren ya 72 salî ji Twitterê dîyar kir ku wê vaksînên vîrusa korona bi temamî li xwe dane.

Warren da zanîn ku wê vaksînê xurtker jî li xwe daye lê testa wê ya roja Yekşemê pozîtîf derketiye.

Demokratê New Jerseyê Booker yê 52 salî jî ji Twitterê ragihand ku wî roja Şemîyê semptomên vîrusa korona hîs kirine û ew roja Yekşemê bi testê hîn bûye ku ew bi korona ketiye.

Booker jî da zanîn ku wî vaksîn bi temamî li xwe dane û dîyar kir ku ger wî vaksîn li xwe nedana ewê rewişeke girantir bihata serê wî.

Di meha Tebaxê de Senatorê Mississippi Roger Wicker yê Komarî, Senatorê Colorado John Hickenlooper yê Demokrat û Angus King yê serbixwe bi vîrusa korona ketibûn.

Senatorê Carolina Başûr Lindsey Graham yê Komarî jî di meha Tebaxê de gotibû ku ew bi vîrusa korona ketiye.

Ji nav senatoran, ji Florîda Rick Scott, ji Utah Mike Lee, ji Kentuckyê Rand Paul, ji Carolina Bakur Thom Tillis, ji Iowa Chuck Grassley û ji Louisiana Bill Cassidy jî di demên borî de bi vîrusa korona ketibûn û piştre rind bûbûn.