Hin Senatorên Amerîkî Dijî Biryara Qedexeya Rêwîtîyê Bertekan Nîşan Didin

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka roja Sêşemê biryara Serok Donald Trump ya qedexeya rêwîtîyê ya jimareke dewletan pejirand.

Hin senatoran dijî pejirandina qedexeya rêwîtîyê bertek nîşandan. Senatorê Demokrat Chris Coons dîyar kir ku ‘’her çiqas Qanûna Dadgeha Bingehîn biryara Trump li gor qanûna bingehîn rast dibînê jî, ew nayê wê wateyê ku ew siyaset rast e û nirxên Amerîkîyan nîşan dide’’

Coons, ku yek ji endamên Komîsyona Hiqûqê ya Sanato ye, da zanîn ku bo raber bike ku Amerîka bilindkirin û nizmkirina hin ol û neteweyan li hember yên din napejirîne dê qanûnekê pêşnîyaz bike.

Coons dîyar kir ku qedexeya rêwîtîyê ser azadîya olî nakokîyan çêdike û got ku ‘’Biryara dadgehê nîşan dide ku hîn gelek rê li ber me heye’’

Senatorê Komarî Thom Tills jî da zanîn ku ew bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn şaş nebûye, lê wan dikaribû qedeeya rêwîtîyê bo rojên pêş bihişta.

Senatorê Komarî Jeff Flake, ku berê jî Trump rexne kiribû, da zanîn ku qedexeya rêwîtîyê ne qanûnî ye û ewlekarîya neteweyî jî xurt nake.

Senatorê Demokrat Ben Cardin, ser biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn got ku xeyalşikestineke mezin çêkiriye û biryar dijî Amerîka û nirxên wê ye.

Yek ji dozgerên ku biryara Trump nepejirand, Sonia Sotomayor jî got ku ‘’Çavdêreke bi mantiq dikare bibîne ku biryar bi nêteke dijî Misilmanan hatiye sitandin.’’

Sotomayor dîyar kir ku hevpîşeyên wî dema biryar dane nexwestine rastiyan bibînin û hin biryarên berê şaş şirove kirine.

Qedexeya rêwitî dijî Îran, Lîbya, Somalî, Sûrîye û Yemenê hatiye ragihandin ku piranîya gelên wan welatan Misilman in.