Civata Senatoran ya Amerîkî Jenosîda Ermenîyan Pejirand

Civata Senatoran ya Amerîkî, tevî dijberîya Serok Donald Trump îro bi yekdengî pêşnîyara naskirina jenosîda Ermenîyan pejirand.

Civata Senatoran, pêşnîyara Senatorê Demokrat yê New Jersey, Robert Menendez bê ku nerazîbûn hebe, qebûl kir.

Piştî qebûlkirina pêşnîyar wî, Menendez ji şabûnê kêlgirî bû û got ku ew serketineke dîrokî ye.

“Di dawîyê de rastî bi cîh hat û ew rastî wê me gîşkan azad bike,“ Menendez got.

Hewilên heman rengî ir caran hatibûn asteng kirin û herî dawî jî hefteya çûyî senatorên Komarî ve hatibû asteng kirin.

Civata Nûneran ya Amerîkî jî meha borî qirkirina girseyî ya Ermenîyan ji alîyê Osmanîyan ve wek jenosîd anku tevkujî qebûl kiribû.