Îro Çarşemê 20ê Adarê bi sedema lehîya çemê Diclê, Derbazgeha Semêlka (Pêşxabûr) ji kar derket.
Li gor rêvebirîya derbazgehê Sêmalka di encama lehîya çemê Diclê pira sînorî ya navbera Pêşxabûr û Semelka hilweşîya.
Rêvebirê derbazgeha Semêlka Baz Ehmed ji Dengê Amerika re got ku di encama hilweşîna pira navbera Semêlka -Pêşxabûrê tevgera sînorî hat rawestandin.
“Heta ku lehîya Çemê Dîcle kêm nebe û pira Semêlka-Pişxabûr neyê çêkirin, hatinûçûna bazirganî û ya mirovan ya navbera Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê û Herêma Kurdistana Îraqê hatye sekinandin û li şûna wê derbazgeha bejahî ya El-Welîd wê li ser kar be,” Ehmed got
Çemê Dîclê bi qasî 6 km ser sînorê navbera Rojava û Herêma Kurdistana Îraqê ye û di demsala lehîyan de pir caran pira ku her du qiraxên çem bi hev girêdide hildiweşe.
Your browser doesn’t support HTML5