Muhleta Vegera Kesên Bi Rêka Dergehê Pêşabûr Serdana Sûrîyê Kiribûn Qedîya

Îro Yekşemê muhleta ku rêveberîya dergehê Pêşabûr dabû ji bo vegera kesên ku serdana herêmên kurdên Sûrîyê kiribûn qedîya

Ji 11 vê mehê ve bi birîyar ji dergehê Pêşxabûr dergehî sînorî pêş tevgera mirovî û bazirganî hat girtin.

Muhleta vegera kesên ku serdana herêmên kurdî Sûrîyê kirine, heya 20 mehê hatibû dan.

Li gorî vê birîyarê roja Şemîyê 20 mehê bi sedan kesên ji Ewropayê serdana kesûkarên xwe li Sûrîyê kirin , serdana xwe birîn, heya derengî êvarî ji dergehê Sêmalka- Pêşabûr derbasî herêma kurdistana Îraqê bûn.

Gelek kesên ku derbas dibin, ne dixwestin li pêş kamîrê biaxvin, ji ber ku li gorî yaseyên penaberîyê ew bi fermî nikarin serdana Sûrîyê bikin.

Hedîya Mihemed ya 55 salî dibêje ku: "Min pilan kiribû serdana min 2 mehan dirêj bike, lê pitşî 10 rojan ji ber vê biryarê ezê vegerim Almanîyayê."

Lê hejmarek mezin ji kesên ku bi rêka dergehê Sêmalka- Pêşabûr derbasî Sûrîyê bûne, bawer dikin ku ev pirsgirêk çareser bibe û ew serdana xwe ji bo welêt berdewam dikin.

Seîd Ehmed 45 salî ye, bavê du zarokan e û ji Almanîya serdana Qamişlo kiriye. Ew dibêje: "Bawer nakim ku Pêşxabûr girtî bimîne, ji ber wê jî ezê serdana xwe li gorî pilana xwe berdewam bikim."

Di vê dema sale de, bi hezaran Sûrîyên ku koçberî Ewropayê bûn e, bi rêka dergehê Sêmalka-Pêşabûr, ku tekane dergehê ku tê re dikarin derbasî Sûrîyê bibin ,serdana welat dikin.

Li gorî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), rêveberîya xweser sedema girtina sînor e, lê rêveberîya xweser vê idayê red dike.

Ev dergeh sala 2012’an de hat vekirin. Ew derîyê bi tenê ye di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û deverên Rêvebirîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê. Jiber ku ne derîyekî fermî ye, ne hikûmetên Îraq û Sûrîyê û ne jî civaka navnetewî pênasînê bi vî dergehê nake.

Dergehê Sêmalka di warê danûstandinên mirovî û bazirganî, gihandina dermanan, dermankirina nexweşan, bi taybetî nexweşên penceşêrê û şewatê, û gera welatiyan bo cîhana derve roleke girîng heye.