Dergehê Sêmalka-Pêşabûr Ji Bo Rewşên Mirovî Tê Vekirin

Dergehê Sêmalka-Pêşxabûr

Rêveberîya dergehê Sêmalka ji Dengê Amerîka re aşkere kir ku dê dergeh roja Duşemê were vekirin.

Li gorî Baz Ehmed rêveberê ofîsa têkilîyan li dergehê Sêmalka-Pêşabûr, wekî destpêk, dergeh tenê li pêş rewş û rêxistinên mirovî tê vekirin.

Wî got,"dergeh dê mîna berê, rojên Şemî, Duşem û Çarşeman vekirî be."

Jêderek ji rêveberîya xweser ji bo Dengê Amerîka tekez kir ku danûstandin navbera herêma Kurdistana Îraqê û rêveberîya xweser de berdewam in ji bo vekirina dergehê sînorî pêş tevgera bazirganî jî.

Nexweş dikarin derbas bin

Dergehê Sêmalka-Pêşabûr ji rewşa mirovî derfetek baş bû, nexasim ji bo kesên xwedîyê nexweşîyên giran. Mehane bi sedan nexweş bi mebesta dermankirinê derbasî herêma kurdistana Îraqê dibûn.

Çûna Şama paytexa Sûrîyê ji bo dermankirina nexweşên giran rêgirbû li pêş gelek nexweşan, bi sedmên lêçûnên buha û tirsa girtinê. Wan berê xwe bidan Hewlêrê.

Semîra Ehemd ya 48 salî, nexweşa penceşêrê ye dibêje ku "Hewlêr ji Şamê çêtir e, ji ber ku lêçûnên dermankirinê li Şamê giran in".

Li gorî biryara nû dê roja 5 vê mehê, dergeh ji bo rewşên mirovî vekirî be.

Bazirganî nabe

Li gorî biryarê, dergeh li pêş tevgera bazirganî hîn girtî ye. Ji 11 meha derbasbûyî ve dergehê Sêmalka – Pêşabûr girtîye, tevî biryara vekirina wê pêş tevgera mirovî û serdanan, li pêş tevgera bazirganîyê girtî maye.

Girtina dergeh bû sedema alozîya derman û şîrê zarokan li herêmê. Li alîyekî din jî bandor ser tevgera bazirganîyê li herêmê giştî hat kirin.

Mihemed Hesinî, bazirganê madeyên avakirinê ye, dibêje ku tevgera avakirinê li herêma Cizrîrê pûç bû ye û "bi girtina dergehê Pêşabûr, nirxê tonek Çemento ji 140 gihîte 300 dolarên Amerîkî ".

Nakokîyên sîyasî ne

Li gor berpirsên her du aliyên Kurd, armanc ji vekirina vî dergehê ku di sala 2013an hate vekirin, mirovî û bazirganî bû, her wiha herdu alî ji dahatên dergehê sûd wergirtin.

Lê nakokiyên siyasî yên di navbera herdu aliyan de bûn sedem ku ev dergeh bêhtirî du caran were girtin.

Herî dawî di 11ê Gulanê de, rêveberiya dergehê Pêşabûr li aliyê Herêma Kurdistana Îraqê, briyara girtine dergeh bo demeke nediyar ragihandibû.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Herdû alîyên sîyasî yên kurdên Sûrîyê, her yek aliyê din tawanbar dike ku dibe sedema girtina dergeh.

Rûniştvanên deverê bawer dikin ku rêdana pêş tevgera bazirganîyê ne kêmî rêdana pêş rewşa mirovî ye, û rêgirtina li bazirganîyê wê bibe sedema nemana kelûpelan di bazarên herêma kurdên Sûrîyê de, û di encamê de wê bibe sedema buhabûneke giran li ser welatiyan.