Senatoya Amerîkî Projeyasaya Lêçûnên Hikûmetê Dipejirîne

Avahiyê Kongresa Amerîkî

Kongresa Amerîkî roja Şemiyê projeyasaya lêçûnên hikûmeta fedral pejirand ku dê pêşî li girtina hikûmetê bigire berî demsala geşt kirin û rojên bêhnvedana Krîsmis û serê sala nû.

Senatoya niha ku piranîya wê Demokrat in, 85 li hember 11 deng da ku fînansekirina hukûmetê bidomîne,.

Ev jî di wê demê hat ku 38 xûlek bi ser dema projeyasaya berê ya xerciyên hikûmetê re derbas bibûn.

Niha pêşnûme ji Qesra Spî re hatiye şandin û tê çaverêkirin ku ji aliyê Serok Joe Biden ve demûdest were îmzekirin.

Civata Senatoran serê sibeya Şemiyê projeyasa bo cara sîyan guherand û erê kir da ku hikûmet qismî neyê girtin.


Çavkanî: Reuters