HSD û Koalîsyona Navnetewî li Dêrezorê Plana Êrîşekê Têk Bir

Koalîsyona Navnetewî roja Sêşemê plana êrîşeke bi mûşekan li Dêrezorê têk bir, ku li wire milîsên Îranê hewilên êrîşan ser hêzên koalîsyonê û HSDê dikin.

Koalîsyonê jibo ajansên cûda ragihand ku hêzên wan êrîşeke amadekirî bi mûşekan ser bingeheke wan li Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê têk bir.

Ew plana êrîşa têkçûyî rojekê piştî salvegera kuştina Qasim Silêmanî tê, herwiha di heyama du rojan de êrîşa sîsêyan e li Sûrîyê û Îraqê ku dijî hêzên koalîsyonê diqewimin.

Şopînerê xwecîhî Dilbirîn Xelo bawer dike ku milîsên bi ser Îranê de li Sûrîyê bi taybetî li devera Dêrezorê hewil didin ku êrîşan bikin.

"Torên veşartî yên mîlîsên Îranî li devera Dêrezorê hene, ku çemê Firatê navbera HSDê û rejîma Sûrî sînor e. Ew bi berdewamî hewil didin ku aramîya deverê têk bibin. DAIŞ sûdê ji vê yekê werdigire"

Hêjayî gotinê ye ku HSDê di 1ê mehê de ragihand ku hêzên wê li Dêrezorê dest danîn ser hin mûşekan ku jibo êrîşê hatibûn amade kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_01_05_2022_SDF_Coalition