Roja Şemîyê danê êvarî, HSDê ragihad ku hêzên wan yên taybet yek ji lîderên Daişê li sûrîyê girtîye.
Ew lîderê Daişê berpirsê pîlana Daişê ya êrîşkirina ser zindana Hesekê ye, her wisa yek ji lîderên êrîşa Kobanîyê ya 2014 an bû.
Roja Yekşemê ofîsa ragihandina HSDê da zanîn ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) bi piştîvanîya koalisyona navnetewî lîderekî Daişê girt.
Li gorî aghayên HSDê ku navê wî lîderê Daişê Mihemed Ebid El-Ewad e ku bi navê El-Reşîd dihat naskirin di wê oprasyonê de hat girtin .
Berpirsê ragihandina HSDê Ferhad Şamî di tiwîtekê de agahîyên oprasyona el-Reşîd parvekir.
Li gorî vîdeyokê ku ji alîyê HSD ve hat belavkirin, û di malpera xwe ya fermî de li xwe mukirhatinên lîderê Daişê el-Reşîd weşandine, ku berpisê pîlana têkçûyî ya êrîşa ser zîndana Hesekê bû, ku bi hezaran girtîyên Daişê tê de girtî ne.
Li gorî agahîyên emîrê Daişê Mihemed Ebid El-Ewad di vîdeoyê de eşkere kir, pîlana êrîşa zindanê bi du tirmpêlên mayînkirî, û 8 xwekujeran, 165 çekên klaşînkov hatibû amadekirin.
Li gorî berpirsê ragihadnina HSDê ku ew emîrê Daişê di êrîşa Kobanîyê de weke lîderê tangan beşdar bûbû. Her wisa destê wî di gelek êrîşên ser herêmên bakûr û Rojhilatê sûrîyê da hebû.
Hêjayî gotinê ye ku di oprasyona hêzên antî teror yên HSDê û hêzên HAT yên hêzên ewlekarîya hindrîn bi piştîvanîya koalisyona navnetewî ya li dij DAIŞê di 8ê meha 11an de li navçeya ebû Xeşeb ku dikeve bejahîya navbera Dêrazorê û Reqaayê girtin ser komeke Daişê, hejmarek kuşt in, û girtin, ew kom ya pîlana êrîşa ser zindana Hesekê bû. Emîrê DAIŞê Mihemed Ebid El-Ewad (El-Reşîd) ku wê demê di nava koma çekdarên DAIŞê de bû filitî û nehat girtin, lê piştî şopandinê ew niha hat girt in.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî raporên ofîsa çavdêrîya leşkerî ya HSDê ku Daişê di sala 2021 an de careke din hêza xwe komî ser hevkirî ye, û rêjeya êrîşên wê zêde dibin.
Your browser doesn’t support HTML5