HSD'ê û Koalîsyona Navnetewî li Rimêlanê Preskonferanseke Hevbeş Dar Xist

Kevin Copsey & Kîno Gabrîel

Îro Sêşemê li bingeha koalîsyonê li Rimêlanê, cîgirê fermandarê giştî yê koalîsyona dijî DAIŞ’ê, General Kevin Copsey û berdevkê HSD’ê Kîno Gabrîel preskonfiranseke hevbeş hat darxistin.

General Cobsey ser hevkarîya bi hêza HSD’ê ya dijî DAIŞ’ê got ku wan pirtir ji 120 hezar şervanên HSD’ê û artêşa Îraqê perwerde kirine.

“Erka me hîn bi dawî nebûye. Emê heta tunekirina DAIŞ`ê û tora wê ya diravî erkên xwe bidomîninin. Bi kordînasyon navbera hêzên koalîsyonê, yên HSD’ê, hêzên pêşmergeyan û hêzên Îraqê, me li Sûrîyê û Îraqê 8 mîlyon kes rizgar kirin.”

Berdevkê HSD’ê Gabrîel jî got ku hêzên wan bi koalîsyonê re li rojhilata Firatê dijî torên veşartî yên DAIŞ’ê şer dikin.

"Xebatên hevbeş ên koalîsyonê û HSD’ê yên tunekirina DAIŞ’ê wê bidomin. Li kampan û navendên girtina çekdarên DAIŞ’ê pêk werin. Herwiha piştgiriya xebatên jibo binesazîyê were kirin ku şênî vegerin malên xwe û DAIŞ di warê îdeolojî de were şikandin.”

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_11_24_2020_Koalîsyon_HDP_Preskonferans