HSD’ê Îro li navenda xwe ya li bajarokê Eyn Îsa di preskonferansekê de, di derbarê êrîşên Tirkîyê li ser herêma Efrînê daxuyanîyek ji rayagiştî re ragihand.
Di daxuyanî de hat dîyar kirin ku êrîşên Tirkîyê hemû pêkhatîyên Sûrîyê armanc digire û derfetê dide çekdarên DAIŞ'ê ku careke din hêzên xwe kom bike û êrîşî herêmê bike.
Di daxuyanî de hat dîyar kirin ku ev bû şeş sal in hêza HSD’ê seranserî sînor diparêze û heta niha ti binpêkirin çênebûye.
“Ne ji destûra Rûsya be, Tirkîye nikaribû êrîşî Efrînê bikira. Loma em wek HSD, dewleta Rûsya tawanbar dikin ku çi komkujîyên li Efrînê pêk were sedem dewleta Rûsya ye û helwesta xweye bê exlaqî ye.”
Your browser doesn’t support HTML5