Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, General Mazlûm Ebdî, roja Duşemê di hevpeyvînekê de li gel malpera "Al-Monitor", derbarê gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê axivî.
Ebdî got ku ew gefên Tirkiyê cidî dibînin û ew texmîn dikin ku operasyona Tirkiyê di Sibata bê de pêk were, û ew operasyon bajarê Kobanî bike armanc, ji ber ku ev bajar ji bo kurdan nîşaneke sembolîk e.
" gefên Tirkiyê yek ji hewldanên Serokomarê Tirkiyê ne Rece Teyib Erdogan, bi nêzîkbûna hilbijartinên serokomariya Tirkiyê re, ji bo komkirina piştevaniya neteweperestan li Tirkiyê." Ebdê ji bo Al-Monitor got
Li gorî şopîneran, niha Tirkiyê hewl dide ku çira kesk ji bo destpêkirina opreasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê bi dest bixe, lê hêzên navdewletî heta niha rê nedane Tirkiyê ku dest bi operasyonekê bike.
Rojnamevan Hoşeng Hesen dibêje ku:
"Amerîka nerazîbûna xwe ji operasyona Tirkiyê nîşan dide, her wiha tevgera li ser erdê ya hêzên Amerîkî û hevpeymana navdewletî diyar dikin ku bidestxistina çira kesk ji bo Tirkiyê wê zehmet be."
Fermandarê HSDê tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li bakurê Rojhilatê Sûriyê ti metirsiyê li ser Tirkiyê û ewlekariya wê ya niştimanî, nakin.
her wiha got, ew dixwazin têkiliyên aştiyane bi Tirkiyê re bên kirin û ti niyaza wan a dijminatiyê li hemberî Tirkiyeyê tune ye, ne niha û ne jî di pêşerojê de.
Di berdewamîya axafitna xwe de ji bo Monitor fermnadrê HSD derbarê têkilîya wan bi PKK re got :"di destpêka şerê Daişê de PKK alîkarîya wan kir, lê niha ti rola wan di rêveberîya xweser de tune "
Gotina fermandarê HSD derbarê têkilî û girêdana wan bi PKK re di demekê ye ku berdewan Turkîyê dibêje ku ti cûdahî navbera PKK,HSD û YPG tune.
Hêjayî gotinê ye ku ev çend meh in, Tirkiyê gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejayî li bakurê Sûriyê dixwe, ya herî dawîn, daxuyaniyên şêwirmendê serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin bû, ku roja şemiyê gotibû, dibe ku operasyona bejayî ya li Sûriyê di her kêliyê de pêk were.
Li ser erdê ti nîşaneyên oprasyoneke bejahî tune, lê şopîner bawerdikin ku di serdana wezîrê derve yê Turkî ji bo Amerîka dê hewlbide ku erêkirina Rêveberîya serok Biden wergbigre.
Your browser doesn’t support HTML5