Li Dêrezorê Girjî Navbera HSD û Mîlîşyayên bi ser Rejîmê ve Dîsa Derket

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama topbarana hêzên rejîma Sûrî û mîlîşyayên bi ser wê ve şeva borî li ser gundewarê rojhilata Dêrezorê, jê 6 zarok in 11 kes hatine kuştin û 5 birîndar bûne.

Du roj berê, van mîlîşyayan bi piştgirîya hêzên rejîmê êrîşî çend deverên di bin kontrola HSD'ê de li kenara rojhilata çemê Feratê li Dêrezorê kiribûn û çekdarên wan derbaz hin gundan bûbûn, berî ku HSD'ê karibe wan paşde vegerîne.

Li gor çalakvanên xwecihî, HSD'ê piştî êrîşê hêz û çekên giran ji Hesekê şandine wê herêmê, herwiha firokeyên cengî yên Koalîsyoana Navnetewî li esmanê herêmê firiyabûn.

Her di vê derbarê de Xweserîya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi daxuyanîyekê êrîşên li Dêrezorê şermezar kirin û rejîma Sûrî tawanbar kir ku dixwaze tevlihevîyê çêke û aramîya herêmê têk bibe.

Dor sedemên vê gurbûna leşkerî de, nivîskar û çavdêrê sîyasî Munzir Mihemed dîyar kir ku ew girêdayî girjîya di navbera Amerîka û Îranê de ye ku Dêrezor bûye qadeke hevrikîya wan.

Munzir Mihemed

"Lêçûna van êrîşan li ser Îranê hindik e, çimkî ew bi rêya mîlîşyayên Sûrî êrîş dike û ti zarar rasterast naghîne Îranîyan. Herwiha Îran dixwaze herêmê tevlihev bike daku givaşê li Amerîka bike û jibo vê yekê di plan wê de ye HSDê bike qurbanî, lê ev yek rastî bersîva tund ya HSD'ê tê," Mihemed got.

Cihê bîrxistinê ye ku par jî girjî li Dêrazorê derketibûn, dema ku HSD'ê serokê berê yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bi sûcên gendelîyê û peywendîya ligel Îranê destser kiribû.

Piştî wê bûyerê şêxê hoza El-Egîdat Îbrahîm El-Hifil derbazî deverên bin destê rejîmê li kenara rojavayê Feratê bûbû ku li gor raportan wî bi pitşgirîya Pasdarên Îranê mîlîşyayek ji çekdarên êlên Ereb çêkiriye û şerê HSD'ê dike.

Di vê çarçoveyê de Hifil El-Hifil ku yek ji şêxên hoza El-Egîdat e û endamê MSD'ê ye got ku "Kesên êrîşî kenara rojhilata Feratê dikin nûnertîya êlan nakin, lê ew çeteyên kirêkirî ne û armanca wan destekdayîna DAIŞ'ê û bicîhanîna ajendeyên Îranê li herêmê ye, herwiha êlên rojhilata Feratê ligel HSD'ê ne jibo parastina wan."

Girêdayî pevçûn û girjîya li Dêrezorê, hêzên Asayîşê her du çargoşeyên ewlekarîyê yên di bin destê rejîmê de li bajarên Qamişlo û Hesekê dorpêç kirine.

Herwiha hin çavkanîyên xwecihî dan zanîn ku fermandarê hêzên Rûsî li Sûrîyê roja Înê li firokxaneya Qamişlo daket, jibo pêkanîna civînekê derbarê girjîyên li Dêrazorê bi amadebûna nûnerên HSD'ê û artêşa Sûrî ve.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Newroz Reşo