HSD Daxuyanîya UNICEF'ê Derbarê Zindana Hesekê Rexne Kir

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Sêşemê bersîva daxuyanîyeke ajansa Neteweyên Yekbûyî ya zarokan (UNICEF) derbarê zindana Giwêran li Hesekê da.

UNICEF di daxuyanîya xwe de Yekşemê banga berdan û vegerandina demûdest ya zarokên li nav zindana Hesekê kiribû.

“Li dema ku HSD’ê xêrhatina daxuyanîya Ofîsa UNICEFê li Sûrîyê ya 6’ê Sibatê derbarê serdana zindana Hesekê dike, ew di heman demê de axaftina nûnerê UNICEF’ê Viktor Nyland bo rojnameya New York Times derbarê sîpeyên girêdayî DAIŞê şermerzar dike, jiber ku ew agahîyên şaş û nerast tê de hebûn,” HSD’ê di daxuyanîya xwe de got.

HSDê herwiha got ku peyvên Nyland li tersî daxuyanîya UNICEFê bi xwe bûn.

“Nayê qebûk kirin ku rastî werin guhertin, wêneya hêzên me were şaş kirin, û qebûl nabe ku hewildanên me kirine jibo parastina jîyana van sîpeyan were paşguh xistin,” HSDê dîyar kir.

Yek ji wan şaştîyên ku UNICEF’ê behsa wî kiriye, ew e ku ev zarok di zindana kevn de dimînin, HSD’ê got. Lê di rastîyê de, ew zarok niha di girtîgeheke din de dimînin.

HSD’ê herwiha anî zimên ku wêneya hundirê ku ew zarok tê de girtî ne ku UNICEF’ê bi dizî daye New York Times ne rengvedana rastîyê ye, jiber ku ew zarok bi awayekî demkî di wê odeyê de hatine bi cîh kirin heta ku odeyên serekî cardî werin amade kirin. Ew odeyên mezintir di encama êrîşa DAIŞ’ê de wêran bûne.

Di zindana Giwêranê de dora 3,000 girtîyên DAIŞê hebûn. Çekdarên DAIŞ’ê di 20’ê meha borî de êrîşî zindanê kir, bi armanca ku girtîyan azad bike. Lê şervanên HSD’ê, bi alîkarîya koalisyona navnetewî, piştî şerekî 10 rojan rê li ber wê hewildanê girt.