HSD: 50 Girtîyên Daişê Yên Îrqaî Ji Bo Welatê Wan Hatin Radestkirin

Di daxuyanîyek taybet de ji bo Dengê Amerîka, berpirsê ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî aşkere kir ku HSDê di 30 meha borî de 50 girtîyên Daişê yên Îraqî radestî hikûmeta welatê wan kirin.

Şamî di daxuyanîya xwe ya nivîskî de, ji Dengê Amerîka re tekez kir ku îro Yekşemê jî, dê komeke din a malbatên Daişê yên welatîyên Îraqî ku li kampa Holê dimînin, ji hikûmeta Îraqî werin radestkirin.

Birêz Şamî di berdewamîya daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku wan "sala borî, du dane endamên Daişê radestî hikûmeta Îraqê kirin."

Ferhad Şamî

Her wisa anî ziman ku "hemahengiya meydanî di navbera HSDê û artêşa Îraqê de li navçeyên sînorî heye da ku rê li ber derbasbûna endamên Daişê bo herdu aliyan bê girtin."

Hêjaye gotinê ye ku nêzîkî 11 hezar girtîyên Daişî li girtîgehên HSDê li herêmên kurdên Sûrîyê girtî ne, ku tê texmînkirin nêzîkî 4 hezar ji wan Îrqaî ne.

li gorî HSDê, hemahengîya navbera HSDê û artêşa Îraqî ya derbarê doseya Daişê di asteke baş de ye, nexasim derbarê radestkirina girtî û malbatên Daişê yên Îraqî, û her wisa bi alîkarîya kuwalisyona navnetwî derbarê çavdêrîya sînorê hevbeş navbera Îraq û deverên bin kontrola HSDê li Sûrîyê.