HSD Bajarê Dêrezorê Kontrol Dike

Hêzên rejîma Sûrî çeperên xwe yên li bajarê Dêrezorê li rojavayê çemê Firatê bi temamî vala kirin.

Li gor çavkanîyên cûda ji hindurê bajêr ji Dengê Amerîka re piştrast kirin ku HSD bajar kontrol kir.

HSDê Firqeya 137 ku navenda Telaîyî ya leşkerî ku baregeha hêzên ewlehîyê yên rejîmê bû, firokexaneya leşkerî ya Dêrezorê û bajarokê Meyadîn kontrol kirin.

Yasmîn Ukla ji bajarê Dêrezorê ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku şervanên HSD di nava bajarê Dêrezorê de ne.

"Hêzên rejîma Sûrîyê ber bi Şamê ve vekişî û yekser HSD bajêr kontrol kir, niha şeranên HSD li seranserî kolanên Dêrezorê de ne,"Ukla got.

Herwisa hîn nehat piştrast kirin bi kêmanî heya dema amadekirina vê raporê ku HSD derbazî Bûkemala sînorî bi Îraqê re bûye yan na, tevî hin agahî dibêjin ku milîsên ser bi Îranê ve jê vekişîn û derbazî herêmên ber bi Îraqê ve diçin.

Li milê Reqayê, HSD çemê Firatê derbaz kir û deverên berfireh kontrol kirin.

Salih Êgîdî ji herêma Dêrezorê ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku HSD gudnewarên rojavayê Reqayê bi temamî kontrol kirine.

"Ji alîyê başûrê çemê Firat ji bajarê Reqayê ve derbazî herêmên El-Akirşî, El-Sebxa, Meadan û Zorşmar bûn û ber bi bajarê Dêrezorê ve çûn û gundên Şumîtî û Tûreîf kontrol kirin," Êgîdî got.

Fermandarê HSD berîya van pêşveçûnan, di preskonferansekê de gotibû ku rejîm li rojavayê Firatê hêzên xwe dikşîne û jibo rêgirtina ber DAIŞê hewce ye ku hêzên wan derbazî wan deran bibin.