Nûçegîhanê me yê Qamişlo Zana Omer radigihîne ku jêderekî girîng, payebilind ji HSD'ê ji wî re piştrast kir ku Qureşî di encama operasyoneke hevbeş ya HSD û koalîsyona navnetewî hatiye kuştin.
* Ronkirina Edîtorî: CENTCOM’ê îro dîyar kir ku "...Kuştina Ebu el-Hesen el-Haşimî el-Qureşî di nîva Cotmehê de derbeyeke mezin li DAIŞ’ê da. Û ev operasyon ji alîyê Artêşa Azad a Sûrîyê ve li Deraa ya Sûrîyê hatiye kirin." Herwiha, HSD’ê berpirsîyarîya xwe di vê kuştinê de red kir; lê çavkanîyekî Dengê Amerîka dîyar kir ku HSD di kuştina el-Qureşî de rol lîstiye.