HSD’ê Dijî Torên Veşartî yên DAIŞ’ê Dest bi Operasyonekê li Rojhilata Sûrîyê Kir

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) şeva Yekşemê ya 27’ê Tebaxê bi piştgirîya hêzên Koalîsyona Navnetewî li dijî torên veşartî yên rêxistina DAIŞ’ê li bejahîya Dêrezorê operasyoneke ewlekarî pêk anî.

Li gor daxuyanîya navenda ragihandina HSD’ê, operasyon di bin navê "Operasyona Bihêzkirina Ewlekarîyê" hatîye destpêkirin, bi mebesta armanckirina şaneyên DAIŞ’ê ku di dema dawî de careke din çalak bûne.

HSD’ê herwisa got ku armanceke wê ya din ji vê kempeynê girtina hin kesên tawanbar e ku li wê herêmê tawan pêk anîne û xwe dane alî.

Berpirsê ofîsa ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîyamend Elî ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku ev operasyon heta pêkanîna armancên destnîşankirî wê bidome.

“Di şeva yekê de hêzên me rastî êrîşekê hatin. Di bersîvdana wê de sê êrîşkar hatin kuştin. Heta niha pênc çekdarên berguman yên DAIŞ’ê hatine girtin û hejmarek kesên ku tawan û bazirganîya madeyên hişbir dikirin hatine girtin.”

Li Hesekê Qedexeya Hatinûçûnê

Li alîyekî din, HSD’ê û hêzên ewlekarîya hindurîn li taxên başûrê bajarê Hesekê şeva borî bi maşîneyên zirxîn belav bûn û qedexeya çûn û hatinê hatin ragihandin. Îro Duşemê danê êvarî qedexeya tevgerê hat rakirin.

Li gor hin raportên xwecîhî, HSD’ê hejmareke fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê girtine, lê ev agahî ji alîyê HSD ve nehatîye piştrast kirin. Lê, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku wê ev agahî bi rêya çalakvanên xwe piştrast kiriye.

SOHR got ku bi bawerîya wê destê hin fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê di hinek tawanan wek bazirganîya madeyên hişbir de hebûye.

Li gor ku hatiye ragihandin, HSD’ê piştî gilî û gazinên eşîr û hozên herêmê hember wan kesan, ev operasyon destpê kiriye û hin kes girtine.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_08_28_2023_SDF_Opr