Berpirsên Mezin yên Amerîka û Çînê Danûstandinên Zelal Dikin

Rawêjkarên ewlekarî yên payebilind ên Çîn û Amerîkayê danûstandinên dirêj kirin, û her du alîyan ew wekî danûstandinên "zelal" binav kirin, piştî rojên dijwar yên goftûgoyan li ser Taywan û mijarên din ên germ.

Asta girjiyan di civîna roja Duşemê de li Luksemburgê kêm bû, li gorî hefteya borî, dema ku wezîrê berevaniyê yê Çînê hişyarî da ku welatê wî dê "dudil nebe ji destpêkirina şerekî" li ser Taywanê, di heman demê de wezîrê berevaniya Amerîkî çalakiyên leşkerî yên "gurker û dijî seqamgîriyê" ji aliyê Beijinê ve bi tundî şermezar kirin.

Lê rawêjkarê ewlekarî yê Amerîkî Jake Sullivan û dîplomatê payebilind Yang Jiechi ti lihevkirinek li ser xalên xwe yên bingehîn nîşan nedan, nemaze Taywan. Çîn girava xweser beşek ji axa xwe dibîne û dibêje heger pêwîst be dê rojekê bi zorê wê kontrol bike.

Yang ji ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhua re got:

"Pirsa Taywanê li ser bingeha siyasî ya têkiliyên Çînê û Amerîka ve girêdayî ye ku heke bi rêkûpêkî danûstandin pê re nebe, dê bandorek wêranker hebe...Divê Amerîka (derbarê Taywanê) ti xeyal û hesabên şaş nebin."

Berpirsekî payebilind ê Koşka Spî got Sullivan siyaseta Amerîka ya pênasîna bi serweriya Çînê dubare kir lê "xemên xwe derbarê kiryarên zordar û êrîşker ên Beijinê li seranserê Tengava Taywanê" anîn ziman.

Girjiyên li ser Taywanê di mehên dawî de ji ber zêdebûna êrîşên balafirên leşkerî yên Çînê li herêma sînordarkirina parastina esmanî ya giravê (ADIZ) zêde bûne.

Serokê Amerîka Joe Biden, di serdana xwe ya meha borî de bo Japonê, xuya bû ku siyaseta bi dehsalan a Amerîkî şikand dema di bersiva pirsekê de got ku Waşinton dê bi leşkerî berevaniyê li Taywanê bike heger ew ji hêla Çînê ve were êrîşkirin.

Çavkanî: AFP