Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê lêborîna yekê ya dema seroktîya xwe derdixe.
Koşka Spî got ku Biden dê lêborîna sê kesan bike û 75 cezayên din kêm bike, ku piraniya wan bi warê gunehkariyên girêdayê madeyên hişbir de ne û tundûtûjî tê de nebûne.
Berpirsên Koşka Spî jî roja Sêşemê siyasetan pêşkêş dikin ji bo alîkarîya kesên ku demekê xizmet kirine da ku vegerin nav civakê û kêmkirina şansê dubarekirina gunehkarîyan, di nav de jî programeke perwerdeya kar bi nirxê 145 mîlyon dolarî li girtîgehên federalî.
Ev gav têra wan çaksazîyan nakin ku çalakvan ji rêvebirîya Biden dixwazin.
Çalakvan dixwazin cezayên gunehên bê tundî yên girêdayî madeyên hişbir kêmtir bibin û hejmareke pirtir ji yên berê hatine girtin, werin berdan.