Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Sêşemê bang li welatîyên Alman kir ku ji rewşa nû ya enerjîyê haydar bin.
"Ger hemwelatî û kompanî li gor rewşa nû ya enerjîyê tevbigerin, emê bi hêsanî zivistanê derbaz bikin. Almanya niha depoyên xwe yên gazê bo zivistanê tijî dike û plana me ew e ku % 95 depoyan tijî bikin."
Bi şerê Rûsya û Ukrayna, hin welatên Ewrupa bi kêşeyên gazê re rûbirû mane.
Welatên Ewrupa dijî Rûsya ligel Ukrayna disekinin û dijî Moskowê toleyên berfireh radighînin.
Moskow, ku gazê dide piranîya Ewrupa, dîyar dike ku ew jiber toleyan nikare borîyên gazê yên zarar dîtine tamîr bike û şandina gazê disekinîne.