Scholz Pêşbînî Dike ku Trump Şerê Ukrayna Bisekinîne

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Înê got ku ew ne li bendê ye ku Washington piştî rêberîya Serokê hilbijartî ya Amerîka piştgirîya jibo Ukrayna bisekinîne.

Scholz, li Berlînê di preskonferansekê de dîyar kir ku ew ji hilbijartinan vir ve bi Trump re du caran axifîye û got ku di navbera her du alîyan de dîyalogeke berfireh ya dîplomatîk heye.

‘’Jiber vê yekê, piştgirîya jibo Ukrayna jî di nav de, em dikarin hêvî bikin bikun ku hevkarîya baş ya Ewrupa û Amerîka di siberojê de hîn serketîtir be.’’

Wî got ku gava ew li rewşê dinêre ew dibêje ne çaverê ye ku Amerîka piştgirîya jibo berevanîya Amerîka rawestîne.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û Washington û hevbendên wê yên Ewrupî dijî Moskowê piştgirî dan Kîevê.

Amerîka û Brîtanya meha Mijdarê destûr dabûn Kîevê ku muşekên wan biavêje nav axên Rûsî û bi wan destûran Moskowê hişyarîya şerê cîhanî dabû.

Trump dîyar dike ku gava ew dest bi kar bike ewê dawî li şerê Rûsya û Ukrayna were, lê wî ser plana xwe hîn ti hûrgilî nedaye.

Jêder: Reuters