Scholz Dibêje Ew Plan Dike Di Demeke Nêzîk De Bi Putin Re Biaxive

Rawêjkarê Almanî Olaf Scholz

Rawêjkarê Almanî Olaf Scholz roja Şemiyê got ew plan dike di demek nêzîk de bi têlefonê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re biaxive û jê bixwaze ku leşkerên Rûsyayê ji Ukraynayê vekişîne.

Scholz di kongreya dêra Protestan a Alman a li Nurnbergê de axivî û got ku ew berê bi Putin re bi telefonê axiviye.

Wî got,"ez plan dikim ku di demeke nêzîk de careke din telefon bikim. Ne maqûl e ku Ukrayna bi zorê serdegirtina Putin bipejirîne û hin deverên Ukraynayê bi vî rengî bibin rûsî.

Serkirdeyê Almanî her wiha got ku ew ê kar bike ji bo piştrastkirina ku NATO nekeve nava şer.

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ji ajansa nûçeyan TASS re got ku di bernameya Putin de niha tu hevdîtin bi Scholz re nehatine plankirin.

Çavkanî: Reuters