Scholz Dibêje “Dema Rastiyê” Ji Bo Axaftinên Navokî Yên Îranê Hatiye

Rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz

Rawêjkarê Almanyayê Olaf Scholz îro Şemiyê got ku derfetên nûvejandina rêkeftina navokî ya Îranê kêm dibine û “ dema rastiyê” ji bo serkirdayetiya Tehranê hatiye.

Scholz di konferansa ewlekariyê ya Munich de got:

“Me niha derfeta gihîştina rêkeftinekê heye ku dê rê bide rakirina cezayan. Lê eger em di zûtirîn dem de bi ser nekevin, dê guftûgo rastî metirsiya têkçûnê bibin.”

Wî got:

“Serkirdayetiya Îranê bijarek heye. Niha dema rastiyê ye.”

Rêkeftina navokî ya sala 2015an rakirina cezayan ji ser Tehranê dabîn kiribû li beramber sînordarkirina programa wê ya navokî, lê Amerîka di sala 2018an de, bi seroktiya Donald Trump ji rêkeftinê vekişiya û cezayên aborî yên tund dan ser Îranê.

Wê gavê jî hîşt ku Îran çalakiyên xwe yên navokî zêde bike.

Ji Mijdara sala borî ve, axaftin careke din li Viennayê dibine ji bo nûvejinadina rêkeftinê Îranê li gel Brîtanya, Çîn, Frensa, Almanya, Rûsya û bi awayekî nerasterast li gel Amerîkayê.

Wezareta derve ya Amerîka roja Pêncşemê gotibû ku “pêşketineke bingehîn hefteya borî di axaftinan de bûye.”

Serok Joe Biden dibêje ew amadeye vegere rêkeftinê û hin cezayan rake, eger Tehran pêgiriyên xwe yên rêkeftinê pêk bîne.

Wezîrê derv eyê Îranê jî îro Şemiyê axaftinekê li konferansa ewlekariyê ya Munich pêşkêş dike.

Jêder: Reuters