Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro do dema axaftina telefonê ya bi Serokê Rûsî Vladimir Putin de banga agirbesteke li Ukraynayê kir.
Berdevkîya hikûmeta Almanî ragihand ku axaftina her du rêberên nêzî du saetan kişand û Scholz herwiha bal kişand ser baştirkirina rewşa mirovahî.
Serokwezîrê Alman herwiha ji serokê Rûsî daxwaz kir ku di demeke herî kurt de çareserîyeke dîplomatîk were dîtin.