Erebîstana Saudî Sînorê bi Qatarê re Vedike

Erebîstana Saudî ragihand ku dê sînorê xwe yê bi Qatarê re, di serê meha Îlonê de veke.

Qatarîyên ku dixwazin herin Hec, bê ku destûrê ji berê de bistînin, dê bikaribin di rêkên erd û esmên re di Erebîstana Saudî kevin.

Kurê Emîrê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman û Şêxê Qatarê Abdullah bîn Abdullah bîn Casim es Sanî do Çarşemê li Cîdde kom bûbûn.

Piştî qutbûna peywendîyên her du dewlet, bi wê kombûnê cara yekê karbidestên Saudî û Qatarî hatin ba hevdu.

Erebîstana Saudî meha borî dîyar kiribû ku ewê bo Qatarîyên ku dixwazin herin Hec hin sînordarkirinan ragihînin.

Karbidestên Qatarê dijî daxuyanîyên Erebîstana Saudî bertekên tund nîşan dabûn. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dabû zanîn ku ewê tedbîrên Erebîstana Saudî fikaran çêke.