Kêşeya di Navbera Erebîstana Saudî û Lubnanê de Gur Dibe

Postereke Harîrî li Beyrûtê

Wezîrê Kendavê yê Erebîstana Saudî Tamer El-Sabhan dîyar kir ku ‘’jiber helwesta Hizbullah ya dijî Erebîstana Saudî ew Lubnanê wek welatekî ku dijî wan şer ragihandîye dibînin.’’

Wezîrê Saudî ji kanala El-Arabîya re da zanîn ku kiryarên ‘’êrîşkar’’ yên Hizbullaha Şîa yên dijî Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî, ku roja Şemîyê karvekîşîna xwe ragihandibû, ‘’nîşan dide ku Lubnanê û Partîya Şeytan ya Lubnanê dijî Erebîstana Saudî dest bi cengê kiriye’’

Hizbullah, îdia dike ku di karvekişîna Harîrî de bandora Erebîstana Saudî heye. Rêberê Hizbullahê Hasan Nasrallah dîyar kir ku Erebîstana Saudî biryar daye ku Harîrî karvekişîna xwe bide û ew daye zorê ku wisa bike.

Harîrî li Rîyad ya paytaxta Erebîstana Saudî bi Qral Selman bîn Abdulazîz re kom bû.

Wezîrê Derve yê Erebîstana Saudî Adil El-Cubeyr, îdiayên ser bandora welatê wî di karvekişîna Harîrî de red kir û bo karvekîşînê Hizbullah tawanbar kir. El-Cubeyr da zanîn ku Harîrî kengî bixwaza dikare ji Erebîstana Saudî derkeve.

Harîrî, roja Şemîyê di kanala El-Arabîya ya Saudî de dîyar kiribû ku ew ditirse ku wek bavê wî Refîk Harîrî were kuştin û jiber vê karvekişîna xwe ragihandibû.

Harîrî di axaftina xwe de, Hizbullaha Şîa û Îran bi gurkirina kêşeyên li herêmê tawanbar kiribû. Harîrî dîyar kiribû qedera welatên li herêmê di destê Îranê de ye û dabû zanîn ku Hizbullaha ku li Lubnanê di nav hikûmetê de ye, parçeyeke Îranê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî dîyar kiribû ku ‘’dubarekirina tawanbarkirinên bêbingeh yên dijî Îranê û karvekîşîna Harîrî, bo gurkirina kêşeyên li Lubnanê û li hêrêmê beşeke senaryoyeke nû ye’’